Bafil Talabanî: Êrîş ewlehiya Herêma Kurdistanê tehdîd dike
RûpelNews - Serokê YNKê Talabanî îro derbarê êrîşa bi droneyan li ser mala Nêçîrvan Barzaniyê li Duhokê de daxuyaniyek da. Talabanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê de diyar kir ku ew êrîş bi tundî şermezar dike.
Wî got ku kiryarên wiha ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê tehdît dikin û got:
"Em êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzaniyê li Duhokê bi tundî şermezar dikin. Kiryarên wiha nayên qebûlkirin û gefek cidî li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê çêdikin."
Talabanî di daxuyaniya xwe de teqez kir ku divê berpirsiyar li ber qanûnê hesab bidin û got, "Em pabendbûna xwe ya bi serweriya qanûnê re ji nû ve piştrast dikin û daxwaza lêpirsînek berfireh û hevbeş dikin da ku berpirsiyar werin destnîşankirin û ew bên darizandin. Em amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina her piştgirîyek gengaz ji bo vê pêvajoyê diyar dikin."
Di dawiyê de, Talabanî diyar kir ku divê hemî alî bi berpirsiyarî tevbigerin û got, "Em bawer dikin ku divê hemî alî bi berpirsiyarî tevbigerin û helwestek hevpar bigirin da ku pêşî li kiryarên ku dê aloziyan zêde bikin an rewşê bêtir tevlihev bikin bigirin."