TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Bafil Talabanî: Herêma Kurdistanê bi metisiyek mezin rû be rû ye

Emin Aba
Koordînator
📅 01 adar 2026 10:14
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Bafil Celal Talabanî, di hesabê xwe yê fermî yê Xê de daxuyaniyek belav.

RûpelNews - Di daxuyanîya xwe de Serokê YNKê Bafil Celal Talabanî, bal kişand ser “metirsiyeke mezin” ku Herêma Kurdistanê bi wê re rûbirû bûye.

Talabanî di peyamê xwe de got ku gelê Herêma Kurdistanê dîsa rûbirûyê metirsiyekê bûye û di wê baweriyê de ye ku gel dê bi hêz, xweparêz û yekgirtî bimîne.

Talabanî wuha didomîne: "Em di pêna vê yekgirtin û yekrêziyê de, di têkiliyeke berdewam de ne ligel hemû aliyên Îraqî û Kurdî, taybetî bi Partiya Demokrat a Kurdistanê, da ku hemû hêzên xwe bi kar bînin ji bo parastin û bergirîkirina gelê Herêma Kurdistanê û Îraqê li hember vê metirsiyê.” 

Serokê YNK’ê di dawiya peyamê xwe de daxwaza parastinê ji Xwedê kir û got: “Xwedê me hemûyan biparêze.”


 

Parve bike: