TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Artêsa Îraqê du pêsnîyaran li PKKê dike: Xweradestkirin an jî ser!

📅 27 adar 2019 11:21

PeyamaKurd- Artêşa Îraqê du pêşnîyar li Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) ya girêdayî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirin: Xweradestkirin an şer.

Çavkaniyek ewlehîyê ragihand ku artêşa Îraqê du pêşnîyar li Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) kirin kirin: Xweradestkirin an jî şer.

Çavkaniyê ew yek jî ragehand, sererkanê Îraqê di seredana xwe ya dawî ji bo Şingalê pêşniyaz kiriye ku PKK çekan deyne.

Sererkanê Îraqê Osman Ganimî ev herdu vebijark di seredana xwe ya Şingalê da ji YBŞê ra gotin. Ganimî herwiha ew pêşnîyar jî li YPŞ kirîye ku di artêşa Îraqê da cih bigirin.

Hêjayî gotinê ye ku demek berê di navbera artêşa Îraqê û hêzên YPŞê da şer derketibû.

Parve bike: