Êrîşa li ser konsulxaneyê: Tirkiye PKKê tawanbar dike
RûpelNews - Li dijî du gumanbarên derbarê êrîşa li ser Konsulxaneya Tirkiyeyê ya li Hannover a Almanyayê, di sala 2024an de, îdianameyek hatiye amadekirin.
Du sal piştî bûyerê, Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Hannoverê her du kesên 20 û 22 salî, bi tawana "binpêkirina giran a nîzamê" û "zerardana milkî" radestî dadgeha ciwanan kir.
Li gorî Serdozgeriya Giştî, gumanbar, piştî xwepêşandaneke piştgiriya kurdan dikir, di Adara 2024an de li navenda bajêr hatibû lidarxistin, bi komeke ji nêzîkî deh kesan re ber bi avahiya konsulxaneyê ve çûn.
Di daxwaznameya dozgeriyê de tê gotin ku gumanbarê 22 salî bi bivirekê li dîwarê avahiyê xistiye, di heman demê de yê 20 salî kevir avêtine. Êrîşê zirareke madî gihandiye avahiyê.
Lêpirsîn li ser çar kesên din jî hat vekirin
Demeke kurt piştî bûyerê, hêzên ewlehiya dewletê li gel du gumanbaran, lêpirsîn li ser çar kesên din jî dan destpêkirin.
Doza li dijî sê ji wan ji ber kêmbûna delîlan hat girtin. Rêkarên derbarê kesê çaremîn de hatin veqetandin ji ber ku navnîşana gumanbar nekarîbû bihata tespîtkirin.
Tirkiye PKKê tawanbar dike
Xwepêşandana li Hannoverê ji aliyê komên alîgirên kurdan ve hatibû organîzekirin, ji bo protestokirina aloziyên di wê demê de di navbera tirk û kurdan de li Belçîkayê.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê diyar kiribû ku êrîşkar alîgirên PKKê bûn. Almanya PKKê wekî "rêxistineke terorîst" bi nav dike.
Wezareta Derve ya Almanyayê êrîşê yekser piştî bûyerê du sal berê bi tundî şermezar kir û tekez kir ku misyonên dîplomatîk "di bin parastina taybet de ne". (Çavkanî: DW Türkçe)