Anket: Dengdêrên CHPê li ser Kiliçdaroglu çi difikirin?
RûpelNews - Anketa KONDAyê ya derbarê doza kongreya CHPê de eşkere kir ku biryara "betalbûna teqez" di nav gel an jî dengderên CHPê de piştgirî nedîtiye.
Ji beşdaran derbarê biryara "betalbûna teqez" a Dadgeha Temyîzê ya Herêma Enqerê ya li ser kongreya CHPê hat pirsîn. Ji sedî 39 ê beşdaran gotin ku ew biryar "teqez şaş" e, ji sedî 13yan gotin ku ew "şaş" e. Bi vî awayî, rêjeya giştî ya kesên ku biryar şaş dîtin gihîşt ji sedî 52an.
Rêjeya kesên ku biryar "rast" dîtin %8 bû, rêjeya kesên ku ew "teqez rast" dîtin %3 bû. Di heman demê de, %37ê beşdaran diyar kirin ku ew biryar "ne rast e ne jî şaş e".
Li gorî rapirsiyê, biryarê heta di nav dengdêrên alîgirê hikûmetê de jî bertekeke xurt wernegirtiye. KONDAyê ji sedî 37ê dengdêrên "nediyar" - ku bi giranî ji dengdêrên AK Partiyê, her wiha kesên nediyar an jî yên ku gotibûn ew ê deng nedin pêk dihatin - wek meyleke ji bo dûrketina ji polarîzasyonê şîrove kir.
Piştgiriya sereke ya Kiliçdaroglu ji AK Partiyê û MHPê tê
Li gorî rapirsiya KONDAyê, piraniya dengdêran bawer dikin ku divê CHP zû kongreyeke nû li dar bixe. Ev nêrîn li seranserê welêt ji sedî 59 e, di nav dengdêrên AK Partiyê de ji sedî 53 û di nav dengdêrên MHPê de ji sedî 68 e.
Lêbelê, wergirtina serokatiya partiyê ji aliyê Kilicdaroglu ve, ji dengdêrên AK Partiyê û MHPê bêtir piştgirî wergirt. Digel ku ji sedî 43ê dengderên CHPê diyar kirin ku divê Ozgur Ozel biryara serokatiyê paşguh bike û di rola xwe de berdewam be, ji sedî 53 piştgirî da banga kongreyeke nû ya partiyê. Rêjeya dengderên CHPê yên ku dibêjn "divê Kiliçdaroglu serokê partiyê be" tenê ji sedî 5 e.
Li gorî rapirsiyê, ji sedî 46ê beşdaran gotin ku wan berê qet navê têgeha "betalbûna teqez" nebihîstiye. Dema ku ji sedî 29an diyar kir ku ew jixwe bi têgehê re aşina bûn, ji sedî 25an jî gotin ku wan vê hefteyê derbarê wê de fêr bûne. Vê encamê nîşan da ku nîqaşa li ser "betalbûna teqez", a ku ligel doza CHPê derket pêş, bi lez hişmendiya giştî zêde kiriye.