TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Kiliçdaroglu: Di deshilata CHPê de Demirtaş dê di girtîgehê de nemîne

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 04 tebax 2026 16:46
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di civîna koma partiya xwe ya parlamenteriyê de axivî û got ku heger CHP bibe deshilat, girtiyên siyasî, di serî de Selahattîn Demirtaş, dê di girtîgehê de nemînin.

RûpelNews - Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de, li ser mijarên rojê peyam dan.

Kiliçdaroglu, diyar kir ku ew dê hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman û derbirînê rakin, got ku di deshilata CHPê de, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên ku niha di girtîgehê de ne, dê bên berdan:

"Bila kes xeman nexwe; di deshilata CHPê de, ne Selahattin Demirtaş, ne Can Atalay, ne Tayfun Kahraman, ne Osman Kavala, ne Selçuk Mizrakli, ne jî parêzerên din dê di girtîgehê de dê nemînin."

"Xema me ya yekane gel e"

Di axaftina xwe de, Kiliçdaroglu tekez kir ku CHP bi hemû beşên civakê re di têkiliyê de ye û wiha got: "Em li gel wan kesên ku civak, medya û yên ku bi qedehên xwe yên wîskiyê di dest de siyasetê dikin, ji bîr kirine, disekinin."

Kiliçdaroglu, diyar kir ku ew bawerî an şêwaza jiyana kesî nakin mijara siyasete û got: "Em dizî an îstîsmara malî nizanin. Eleqa me bi tiştên wiha re nîne. Xema me ya yekane gel e."

"Mirov nikare piştgiriya gendeliyê bike"

Kiliçdaroglu, tekez kir ku divê siyaset li ser bingeheke exlaqî were meşandin û got, "Heger hûn siyasetê li ser bingeheke exlaqî nemêşînin, hûn dê bi dagirtina berîkên xwe mijûl bibin û hûnd ê gel ji bîr bikin."

Kiliçdaroglu, diyar kir CHP ji kevneşopiyeke siyasî tê ku ji berpirsiyariyê natirse, got, "Mirov li gel gendeliyê, dizan û talankaran namîne; mirov li gel exlaq û fezîletê dimîne."

Kiliçdaroglu her wiha îdia kir ku hin parlamenterên di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de 'belgeyên amadebûnê yên sexte' bi kar anîne da ku îdia bikin ku ew amade bûn, tevî ku ne amade bûn û bang li Serokê Parlamentoyê kir ku di vê mijarê de tedbîrên pêwîst werbigire.

Parve bike: