Amerîkayê Sûriye ji lîsteya ‘dewletên piştgirên terorê’ derxist
RûpelNews - Wezareta Derve ya Amerîkayê derxistina Sûriyeyê ji lîsteya "dewletên piştgirên terorê" ragihand. Hate diyarkirin ku ev biryar piştî agahdarkirineke ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve hatiye cîbicîkirin.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîyê jî ragihand ku Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ji lîsteya "Terorîstê Cîhanî yê Bi Taybetî Diyarkirî" (SDGT) hatiye derxistin. Ofîsa Kontrolkirina Sermayeyên Byanî (OFAC), ku saziyeke girêdayî Wezareta Xezîneyê ye, HTS ji Lîsteya Welatiyên Bi Taybetî Diyarkirî û Kesên Astengkirî (SDN) derxist.
Sûriye ji sala 1979an vir ve di lîsteyê de bû
Washingtonê di sala 1979an de Sûriye li lîsteya "dewletên piştgirên terorê" zêde kiribû. Sûriye li kêleka Îran, Kuba û Koreya Bakur di vê lîsteyê de cih digirt.
Polîtîkaya DYAyê ya li hemberî Sûriyeyê piştî hilweşandina rêveberiya Beşar Esed bi awayekî berbiçav dest bi guhertinê kir. Rêveberiya DYAyê ji bo rakirina cezayên berfireh ên li ser Sûriyeyê di sala 2025an de gav avêtin û gelek rêziknameyên cezayê yên li dijî welêt bi biryareke Serok Donald Trump a di 30ê Hezîrana 2025an de hatibû dayîn, hatin betalkirin.