TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Amerîkayê 9 kesên tirk li lîsteya gemaroyan zêde kirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 21 tebax 2026 20:40
Amerîkayê îdia kir ku bi rêya geştên bazirganî yên di navbera Tirkiye, Îran, Îmarat û Lubnanê de bi sedan milyon dolar pere hatine şandin bo Hizbullahê. 9 kesên tirk ên ku di vê tora veguhestina pereyan de cih girtine, li lîstreya ambargoyan (listeyi reş) a Amerîkayê hatin zêdekirin.

RûpelNews - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, li ser 10 kesên ku îdia dike di veguhestina pereyan de ji bo Hizbullahê kar kirine, cezayên ambargoyê ferz kir. Li gorî wezaretê, 9 kesên di lîsteyê de welatiyên Tirkiyeyê ne û yek jî welatiyê Îranê ye.

Di daxuyaniyeke ku di 20ê Tebaxê de ji aliyê wezaretê ve hat weşandin de, hat ragihandin ku torê peywirdarên ku di navbera Lûbnan, Tirkiye, Îmarat û Îranê de sefer dikin, bi kar anî. Hat îdiakirin ku pere bi geştên bazirganî hatiye veguhestin û ku tevahiya mîqdarê dibe ku bigihîje bi sedan milyonan dolarî.

Li gorî Washingtonê, vê rêbazê derfet da Hizbulahê ku li derveyî sîstema darayî ya fermî pereyên biyanî bi dest bixe û cezayên heyî derbas bike.

Li gorî Reutersê, ev biryar di demekê de tê ku DYA xwe amade dike ku tedbîrên nû li dijî Îranê ragihîne.

 

Parve bike: