TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Amerîka û Îran li hev kirin

📅 29 hezîran 2026 09:01
Hat ragihandin ku Amerîka û Îran, piştî êrîşên dualî yên di van rojên borî de li hev kirin ku liv û tevgerên leşkerî bidin rawestandin.

RûpelNews - Piştî êrîşên li dijî hev ên Îran û Amerîkayê û tohmetên dualî Washington û Tahran biryara rawestandina şer dan.

Berpirsekî Amerîkayî piştrast kir ku keştiyên li ser rêya avê dê careke din karibin bi serbesti herin û diyar kir ku danûstandinên ji bo bidawîkirina pevçûnê dê berdewam bikin.

Heta niha ji aliyê Îranê ve derbarê rawestandina êrîşan de ti daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

Peymana 14 xalî ya ku di 17ê Hezîranê de di navbera her du welatan de hat îmzekirin, li ser hemû eniyan banga rawestandina operasyonên leşkerî dikir.

Di vê çarçoveyê de, Îranê qebûl kir ku ji bo 60 rojan hewl bide da ku derbasbûna ewle ya keştiyên bazirganî misoger bike. Lêbelê, êrîşek li ser keştiyeke barhilgir li Tengava Hurmuzê û êrîşên hewayî yên tolhildanê yên ku dawiya hefteyê ji aliyê Amerîkayê ve hatin kirin agirbest xist xeterê.

Îranê jî bi hedefgirtina baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê bersiv da van êrîşan.

 

Parve bike: