TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Îran: Agirbestekê bi Amerîkayê re bê dirêjkirin tune

📅 15 tebax 2026 09:40
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqçî diyar kir ku wan hêj derbarê ji nû ve destpêkirina danûstandinên bi Amerîkayê re biryar nedane. Eraqçî got: "Agirbestekê ku bê dirêjkirin tune."

RûpelNews - Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqçî, ji Ajansa Nûçeyan a Tasnim a Îranê re, derbarê şerekî muhtemel bi Amerîkayê re, danûstandinên aliyan û rewşa li Tengava Hurmuzê de axivî.

Eraqçî li ser pirsa egera dirêjkirina agirbestekê ligel Amerîkayê heye yan na wiha bersiv da:

"Peymana di 17ê Hezîranê de di navbera Îran û Amerîkayê de hatibû îmzekirin hatibû diyarkirin ev ne agirbest lê dawiya şer bû. Amerîka lihevkirinê bin pê kir, niha ti agirbestek tune ku were dirêjkirin. Berevajî vê, şer ket qonaxeke nû."

Derbarê îhtimala ji nû ve destpêkirina danûstandinên bi Amerîkayê re de Eraqçî wiha axivî: 

"Qetar û Pakistan tenê wek navbeynkar hin peyam digihînin û di têkiliyê de ne, lê ev nayê wê wateyê ku danûstandin tên kirin. Me heta niha derbarê ji nû ve destpêkirina danûstandinên bi Amerîkayê re biryar nedaye."
 

Parve bike: