Amerîka li ser 20 sirket û saziyan zext sepand
PeyamaKurd – Ji Wezareta Darayî ya Amerîkayê hat ragihandin, ku wan dorpêç xist e ser 20 şirket û saziyên Îranê.
Wezareta Darayî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi sedema piştevanî li Rêxistina Besîc a ser bi Supaya Pasdaran, 20 şirket û sazî li lîsta dorpêçên Amerîka zêde bûn. Di nav de 2 şirketên mezin yên Fudala Mubarikl ya Îsfehan û Tiraktorsaziya Tewrêzê û 3 bank hene.
Wezareta Darayî ya Amerîka diyar kirk u her du kompqaniyên Fulada Mubareke ya Îsfehanê û kompaniya Tiraktorsazî ya Tewrêzê mezintirîn şirketên berhemînerên hesin û tiraktoran li Rojhilata Navîn in.
Wezareta Darayî ya Amerîka lîsta navên 20 kompanî û sazî û bankan belav kir ku di nav de Banka Millî, Parsiyan û Mêhr hene.
Wezîrê Darayî yê Amerîka Steven Mnuchin destnîşan kir ku yek ji torên berfireh ên alîakriya milîsên Îranê dike, Navenda Alîkariya Besîce, ku di warê mezhebî û rahênanan de zarokan perwerde dike û dixe xizmeta Supaya Pasdaran.
Ew şirket û saziyên Îranê yên hatine dorpêçkirin ev in:
1- Kompaniya Fulada Mubareke ya Îsfehanê
2- Kompaniya Traktorsazî ya Tewrêzê
3- Kompaniya sermayedanîna Endîşe ya MêhrAweran
4- Kompaniya berhemanîna Roy a Bender Ebasê
5- Kompaniya pêşxistina kanzayên Roy a Îranê
6- Kompaniya sermayedanînê ya Nigîna Sahil Royal
7- Kompaniya kimyawî ya Parsiyan Katalîst
8- Kompaniya helandina Roy a Qişmê
9- Kompaniya sermiyedanînê ya Atyeya Îranê
10- Kompaniya sermayedanînê ya Tektar
11- Kompaniya endazyarî ya Teknotar
12- Kompnaiya berhemanîna Esîd ya Zencanê
13- Kompaniya Kalîsmîn
14- Navenda Alîkariya Besîc
15- Grûpa Behmen
16- Grûpa darayî ya Mêhra Abûrî
17- Banka Millet
18- Banka Mêhra Abûrî
19- Banka Pariyan
20- Banka Sîna