TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka haziriya sepandina zextên nû li ser Tirkiyê dike

📅 15 tebax 2018 02:02

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Spî ragihand, heke Keşe Brunson neyê azadkirin dê mueyîdeyên zêdetir li ser Tirkiyê bisepînin.

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders  berdewamiya girtina keşe Brunson şermezar kir û daxwaza azadkirina wî di zûtirîn demê de kir. Amaje bi wê yekê kir ku, Serok Trump  pirr cidî ye û dixwaze di zûtirîn demê de Brunson were serbest berdan.

Brunson nêzîkî 2 salan girtî ye û bi tometa piştgiriya terorê hatiye zîndanîkirin. Ligor Tirkiye Keşe Brunson ligel Cemaeta Gulen û PKK hevkar bû ye. Amerika girtina Brunson bi siyasî binav dike û bi zarê Serok Trump, Cîgirê Serok Pence jî daxwaza serbestberdan a wî kiriye.

Herwiha rewşa girtî ya keşe Brunson bû egera çendîn sizayên Amerikayê li hember Tirkiyê û dolarê Amerîkî li hemberî lireyê Tirkiye gihişt ast a xwe ya herî bilind, ku bandorek aborî jî li Tirkiye dike.

Parve bike: