TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Amedspor: Em ê qet nehêlin ku ev bûyer bên paşguhkirin

📅 25 tebax 2026 11:47
Serokê Amedsporê Nahit Eren, bertek nîşanî gotinên nijadperestî û vekirina 'tûrikên zer' ku wek nîşaneya kuştinê tê dîtin yên ji hêla alîgirên Kocaelîsporê ve da û got: "Em ê qet nehêlin ku ev bûyer bên paşguhkirin."

RûpelNews - Amedspor di hefteya duyemîn a Super Lîgê ya Tirkiyeyê de li deplasmanê li hember Kocaelisporê lîst û bi 2-0 têk çû. Berî û piştî maçê, hejandina 'tûrikên zer' ji aliyê alîgirên Kocaelisporê ve ligel vê dirûşmên nijadperest û gefên kuştinê yên li dijî alîgirên Amedsporê li ser medyaya civakî bû sedema nerazîbûnên mezin.

Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyekê da û gotinên nîjadperestî û 'tûrikên zer' li dijî yekîtiya civaki wek metirsîdar nirxand. 

Eren di peyama xwe de wiha got:

"Atmosfera ku di dema maçê de li stadyumê hate çêkirin, zimanê ku hatiye bikaranîn û sembolên ku hatine nîşandan, ji aliyê hevgirtina civakî û ruhê yekîtiya werzîşê ve bûne sedema fikaran. Em ê qet nehêlin ku ev bûyerên ku li ber çavê hemû dezgehan qewimîn, bên paşguhkirin.

Em bawer dikin ku qadên werzîşê divê cihên ku rêz û ruhê lîstika adil tê de serdest bin, di derbarê van bûyeran de, em ji desthilatên dadwerî û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê hêvî dikin ku lêpirsînên pêwîst bikin û tedbîrên yasayî yên guncaw bigirin."

Parve bike: