Rojhilata Navîn
Li ser bûyera li Kobaniyê lêkolîn hat destpêkirin
Ewlehiya Navxwe ya Helebê ragihand ku derbarê şewata li zindana Kobaniyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û li ser bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.
RûpelNews - Fermadariya Ewlehiya Navxwe ya Helebê li ser bûyera li Kobaniyê ku agir bi zindanê berdan û gelek kes jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyekê da.
Ewlehiya Navxwe li Helebê diyar kir ku di encama vê bûyerê de, 7 girtiyan canên xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re hat xwestin û hêviya silametiyê ji birîndaran re hat kirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku lêkolînek di derbarê bûyerê de hate vekirin û rêkarên yasayî yên pêwîst dê bên cibîcikirin.