TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Elmanya dê 8 hezar Euro bide penaberên sûrî yên vegerin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 21 gulan 2026 11:09
Li gorî nûçeyên ku di medyaya Elmanî de hatine belavkirin, Wezareta Navxwe ya Federal a Elmaniyayê li ser pêşniyara zêdekirina alîkariya darayî ya ji bo "vegera bi dilxwazî" ya penaberên Sûrî dixebite. Ev pêngav wekî hewildanek ji bo teşvîqkirina vegera penaberan û kêmkirina barê aborî û civakî li ser Berlînê tê nirxandin.

RûpelNews - Kovara "Focus" ji çavkaniyên hikûmî veguhest ku niha penaberên Sûrî yên ku bi dilê xwe vedigerin, li destpêkê 1000 Euro alîkarî werdigirin. Lê belê, hikûmet plan dike ku vê mîqdarê bike 8 hezar Euro. Armanc ew e ku ev pere bibe bingehek ji bo vegeriyan da ku karibin li Sûriyeyê jiyaneke nû ava bikin an jî kargehên piçûk vekin.

Sûda aborî û kêmkirina burokrasiyê

Wezîrê Navxwe yê eyaleta Hessenê, Roman Poseck, diyar kir ku dayîna mîqdarek mezin di serî de, ji bo xezîneya dewletê "kêmtir mesref" e; ji ber ku mesrefên demdirêj ên mîna alîkariya civakî, rûniştin û bîmeya tenduristiyê pir giran in. Ji aliyekî din ve, sîstema nû armanc dike ku tevliheviya burokratîk kêm bike û pêvajoya dayîna alîkariyê bileztir bike.

Amar û daxuyaniyên pisporan

Li gorî amarên fermî, nêzîkî 900 hezar Sûrî li Elmaniyayê dijîn ku hemwelatiya wan nîn e. Ji van, zêdetirî nîv mîlyon kes xwedî îqameya demkî ne. Pisporê hiqûqa koçberiyê Daniel Thym destnîşan kir ku tenê alîkariya darayî têrê nake; divê li gel vê yekê pêvajoyên yasayî yên mîna nirxandina dubare ya rewşa penaberiyê û dersînorkirina kesên ku mercên wan guncan nîn in, berdewam bikin.

Guhertina di polîtîkaya derve û hundir de

Dosyaya Sûriyeyê li Elmaniyayê ji dawiya sala 2025an ve guhertineke radîkal derbas dike. Piştî salên dirêj, Berlînê dersînorkirina kesên sûcdar an jî yên ku wekî metirsiya ewlehiyê tên dîtin, dest pê kir. Di Adara borî de, Şansolyeyê Elman Friedrich Merz di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de li gel Serokê Sûriyeyê Ehmed el-Şera, amadehiya welatê xwe ji bo piştgiriya avakirina Sûriyeyê û vegera penaberan nîşan dabû.

Her wiha, rapirsiyeke nû ya peymangeha "INSA" nîşan dide ku zêdetirî %60ê gelê Elman piştgiriyê dide polîtîkaya hikûmetê ya ji bo vegera Sûriyeyiyan bo welatê wan, ku ev yek rê li ber hikûmetê hîn zêdetir vedike ku gavên pratîkî biavêje.
 

Parve bike: