Yekitiya Ewropayê 6.1 milyar euro piştgiriya parastinê dê bide Ukraynayê
RûpelNews - Komîsyona Ewropayê di daxuyaniyekê de ji bo pîrozkirina Roja Serxwebûna Ukraynayê ragihand ku plana nû ya kirîna parastinê hatiye pesendkirin.
Hat ragihandin ku ev fona 6.1 milyar Euro dê ji bo kirîna sîstemên parastina hewayî û mûşekî, mûşek, cebilxane û sîstemên radarê were bikaranîn.
Ev fon dê di çarçoveya Amûra Piştgiriya Ukraynayê ya 90 milyar Euroyî de werin peydakirin, ku tê plankirin di navbera salên 2026-2027'an de ji Ukraynayê re were peydakirin.
Von der Leyen: Piştgirî bi biryar û berbiçav e
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen diyar kir ku piştgiriya Ewropayê ji bo Ukraynayê "bi biryar û berbiçav e", û ragihand ku ji bo bicihanîna pêdiviyên lezgîn ên welêt fona 6.1 milyar euroyî hatiye pejirandin.
Ev piştgiriya nû dê li ser 16 milyar euroyên ku berê ji bo peydakirina parastinê hatibûn pejirandin, were pêşkêş kirin.
Di çarçoveya Amûra Piştgiriya Ukraynayê de, tê plankirin ku di heyama 2026-2027an de 30 milyar euro piştgiriya budceyê û 60 milyar euro piştgiriya parastinê ji welêt re were dayîn.