Li Almanyayê giravek bi 39 hezar euroyan tê firotin
RûpelNews - Platforma leşkerî ya berê ya Almanyaya Rojhilat (DDR), ku dikeve Deryaya Baltikê li başûrê rojhilatê girava Rügenê, dê di mezadeke ku dê di 4ê Hezîranê de li Hamburgê were lidarxistin de bê firotin. Bihayê destpêkê yê ji bo mezadê 39 hezar euro ye.
Girava çêkirî, ku wekî Ostervilm tê zanîn, ji platformeke bi qasî 250 metre çargoşe û avahiya li ser wê pêk tê. Avahî, ku bi salan e nayê bikaranîn, ji ber rakirina derî û pencereyan, hilweşîna zemîna darîn û çêbûna tebeqeyên zengîn û kufkê, pêdivî bi nûjenkirineke berfireh heye.
Li gorî Pargîdaniya Mezadên Emlakê ya Bakurê Almanî (Norddeutsche Grundstücksauktionen AG), girav di dema Komara Demokratîk a Almanî (GDR) de ji aliyê Hêzên Deryayî yên Gel (Volksmarine) ve wekî 'stasyoneke paqijkirina manyetîk' dihat bikaranîn. Keştiyên deryayî li vir bi kabloyên binavî dihatin dermankirin da ku ji ber mayinên bi teqemeniya manyetîk neyên tespîtkirin.
Li ser 600 stûnên darîn hatiye avakirin
Platform, ku di sala 1954an de li ser 600 stûnên darîn û bi qasî 10 metreyan di bin rûyê deryayê de hatiye çêkirin, xwedî cihekî jiyanê û odeyeke cilşûştinê ye. Piştî hilweşîna Komara Demokratîk a Almanî ya sosyalîst (DDR) û yekbûna wê ya bi Almanyaya Rojava re, girav derbasî destê din bû lê piştre ji çarenûsa xwe re hat hiştin.
Mezadfiroş rewşa niha ya avahiyê wekî "di rewşa rizînê de" bi nav dikin. Wêneyên dawî nîşan didin ku platform bi pîsatiyên çûkan, qelş û zirarên avahî pêçayî ye.
Hanna Scheibeler ji şîrketa ku mezadê organîze dike, diyar dike ku mişteriyên eleqedar bi giravê hene, û lê zêde dike ku ramanên cihêreng ji bo bikaranîna wê ya paşerojê wekî xumarxane, salona dawetan an barek di nava deryayê de hatine nîqaşkirin.
Lêbelê, Burkhard Lenz ji bajarokê Putbus ê nêzîkî Rügenê dibêje ku wî leşkerên ku di serdema DDRê de li giravê bûn nas dikirin, û destnîşan dike ku tesîs ji bo mayîna demdirêj ne guncaw e û ava vexwarinê û elektrîka wê tune ye. Lenz diyar dike ku wan berê ji bo giravê planeke veberhênanê amade kiribû, lê piştî ku di nîvê salên 1990î de li ser giravê lêkolîn kirin û nêrînên pisporan wergirtin, wan planên xwe danîbûn aliyekî. (DW Tirkî)