Amnesty: Îranê 11 Afxanên penaber kustine û Tirkiyê jî 3 Afxanên penaber kustine

31 tebax 2022 15:31
Amnesty:  Îranê 11 Afxanên penaber kustine û Tirkiyê jî 3 Afxanên penaber kustine

PeyamaKurd – Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty), di derbarê bikaranîna tundûtûjiyê li dijî koçberên û bi vegerandina neqanûnî Îran û Tirkiyê tawanbar dike. Amnesty diyar dike, Îranê 11 Afxanên penaber kuştine û Tirkiyê jî 3 Afxanên penaber kuştine.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî li ser rewşa Afxanên ku ji welatê xwe reviyane û ber bi sînorê Îran û Tirkiyê ve diçin de raporek amade kir û da zanîn, bi sedema rewşa li welatê wan û nebûna belge nameyên fermî hêzên Tirkiyê û Îranê reftareke tund bi penaberên Afxan re dikin.

Li gor raporê, hêzên ewlekaryê yên Tirkiye û Îranê tên tawanbarkirin ku gelek caran Afxanên hewl didin sînorên xwe derbas bikin, bi awayên deryasayî ji aliyê hêzên Îran û Tikriyê ve tên vegerandin û hin caran bi sedema bikaranîna çekan tên kuştin.

Herwiha rexistinê di hevpeyvîna ku bi 74 penaberên Afxanî re kiriye de destnîşan dike ku 11 penaberên Afxan ji aliyê Îranê û 3 ji aliyê Tirkiyê ve hatine kuştin û daxwaz ji her du welatan dike li gor yasayên nêvdewletî reftarê bikin.