AMNESTY: Îran bi armanca kustinê êrîsî xwepêsandêran dike
PeyamaKurd – Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî diyar kir ku Îran bi armanca kuştinê êrîşî xwepêşandêran dike.
Li gor Komîteya Parastina Rojnamevanan diyar kir, hêzên Îranê herî kêm 29 rojnamevanên ku çalakiyên gel dişopandin girtine.
16ê Îlonê kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê hêzên dewleta Îranê rê li ber hêrseke mezin vekir.
Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî, li ser rewşê daxuyaniyek belav kir 3u da zanîn ku piştî kuştina Jîna Emînî li gelek deveran çalakiyên protestoyê destpêkirin û got; Hêzên Îranê bi armanca kuştinê êrişî xwepêşandêran kirin. Dîmenên û wêneyên hatine bidestxistin, nîşan didin ku welatî bi çekan hatine kuştin û ev yek jî bi fermana rêveberên welat pêk hatiye.
Herwiha Rêxistina Efuyê hişyarî da û got, eger raya giştî ya cîhanî nekeve nava tevgerê, wê hejmara kuştiyên li Îranê zêdetir bibe.
Komîteya Parastina Rojnamegeran jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser zext û êrîşên dewleta Îranê û destnîşan kir, heta niha herî kêm 29 rojnamevanên ku çalakiyên gel dişopandin hatine girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin