Amerîkayê sedema êrîsên 27ê meha borî eskere kir
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby diyar kir, sedema êrîşên 27ê meha borî li ser 3 baregehên milîsên Hîzbullah û Ketayîbê Seyîdulşuheda yên li Iraq û Sûriyê, Serokê Amerîkayê baş dizane ku niha dronên bombekirî bûne metirsî li ser serbaz û binkeyên serbazî û dîplomatkarên wan û hevbeşên Amerîkayê yên li navçeyê.
John Kirby da zanîn; ew sê baregehên serbazî yên ku hatine armanckirin, cihên dronên milîsên ser bi Îranê ve bûn ku ji wan deran êrîşên xwe encam didan.
Kirby li ser civîna rayedarên welatê xwe ligel şanda Erebistana Siûdî ti hûrgiliyek eşkere nekir, lê belê ev gotinên wî, hevdem e ligel gefên Fermandarê Ketayîbê Seyîdulşuheda yên li hêzên Amerîkayê yên li Iraq, Herêma Kurdistanê, Kuweyt, Urdin û Erebistana Siûdî, ku gefa tolhildana êrîşên esmanî yên Amerîkayê yên li ser binkeyên serbazî xwar.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin