Amerîkayê rejîma Esed bi astengkirina karê Komîteyê tohmetbar kir

01 berfanbar 2019 16:43
Amerîkayê rejîma Esed bi astengkirina karê Komîteyê tohmetbar kir

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî da rejîma Beşar Esed û hikûmeta Sûriyê bi astengkirina karê komîteya destûra Sûriyê tohmetbar kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus ragihand, sepandina mercan binpêkirineke zelal e ji bo xebata komîteya destûra Sûriyê û hewla astengkirina karê komîteyê ye.

Ortagus herwiha da xuyakirin ku ew dê piştgiriya xwe bo xebatên Nûnerê Neteweyên Yekbûyê bo Sûriyê Geir Pedersen berdewam bikin û diyar kir, divê girîngî ne tenê ji bo komîteya destûra Sûriyê ji bo xalên din yên biryara Konseya Asayîşa Navdewletî jî bê dayîn.

Wezareta Derve ya Amerîka herwiha daxwaza di çarçoveya çareseriyê de azadkirin girtîyan, rawestandina şer û peydakirina aramiyê ku hilbijartinên azad werin encamdan kir.

Hêjayî gotinê ye, ji ber nakokiyên navbera aliyê rejîmê û opozîsyonê gerên destpêkê yên civînên Komîteya Destûrê li Cenevreyê neçûn serî û herdu alî jî hevdî tohmetbar dikin.