Amerîkayê Kurdistan û Iraq ji dorpêçên Îranê mûaf histin

22 nîsan 2019 20:42
Amerîkayê Kurdistan û Iraq ji dorpêçên Îranê mûaf histin

PeyamaKurd – Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand ku mûafiyeta dorpêçên ser Îranê ya 8 welatan ku Tirkiye jî di nav de ye, hatiye bidawîanîn.

Lê belê hat diyarkirin ku dê Iraq û herêma Kurdistanê bi şertekî ji dorpêçên ser Îranê mûaf bimînin û bazirganiya bi Îranê re berdewam bikin.

Biryara Amerîkayê ya rakirina mohleta mûafiyeta wan 8 welatan, piştî lihevkirina ser zêdekirina rêjeya petrola Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî li bazara cîhanê pêk tê.

Li gor biryara nû ya Amerîkayê, dê êdî Tirkiye û çend welatên din ên ewropî nikaribin bazirganiya petrolê bi Îranê re bikin.