Amerîkayê karwaneke 50 barhilgirên leskerî ji Iraqê sand Rojavayê Kurdistanê

23 tebax 2020 12:27
Amerîkayê karwaneke 50 barhilgirên leskerî ji Iraqê sand Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Amerîkî karwaneke leşkerî ya ji 50 barhilgir û zirpoşan pêk dihat ji ser Iraqê derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.

Li gorî ragihandina Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê hêzên Amerîkî 50 barhilgirên ji kelûpelên leşkerî û lojistîkî pêk dihatin, ji Iraqê di riya deriyê sînorî Welîd re derbasî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kir.

Hat diyarkirin ku di nav karwana leşkerî ya Amerîkî de, tankerên petrolê, barhilgir û zirpoş hebûn.

Hat zanîn ku piştî Serokê Amerîka Donald Trump got, ewê hêzên xwe yên li Iraqê kêm bikin, ev karwana leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê hatiye şandin.