Amerîkayê hêza xwe ya ‘herî taybet li cîhanê’ sand Iraqê
PeyamaKurd – Amerîkayê piştî zêdebûna êrîşên ser baregehên wan li Iraqê bergiriyên xwe zêde kirin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên leşkerî yên Amerîkî, hêza herî taybet a cîhanê ya Amerîkayê yekîneya 101 a girêdayî Tumena Veguheztina Asmanî bo Iraqê hatin şandin.
Hatiye diyarkirin ku ew hêz ji bo veguheztina cihê baregeha Amerîkî li Iraqê hatiye şandin, lê agahî nehatiye dayîn bê baregeha Bexdayê ya Tacîyê ji bo ku derê tê veguheztin.
Li gorî zaniyariyan ew hêza taybet ji Kuwêtê derbasî Iraqê bûye û hêzên deryavanî yên Marine jî bi wan re bûne.
Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman, li ser êrîşên baregeha Tacî ya Amerîkayê ku 3 leşkerên wan birîndar bûn, gotibû ew dê bersivên tund bidin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin