Amerîkayê destkeftiyên Îranê têk birin

27 mijdar 2018 22:32
Amerîkayê destkeftiyên Îranê têk birin

PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî got Amerîka ji ber ku ji peymana nukleer vekişiya û paşê mueyîde dan destpêkirin destketiyên Îranê yên ji vê peymanê hema bibêje qet neman û di nav şert û merceke wiha da peyman wê dewam neke.

Eraqçî got peymana nukleerê serkeftineke siyasî ye û Îran girêdayî madeyên vê peymanê ye.

Eraqçî got Ajansa Atomê ya Navneteweyî (UAEA) ya ku peymana nukleer kontrol dike jî çend caran teyîd kiriye ku Îran girêdayî peymanê ye.

Eraqçî anî ziman li hemberî vê Amerîkayê bi awayekî yekalî mueyîde dane destpêkirin û tu feydeyeke aboriyê ya vê peymanê negihîştiye Îranê.

Eraqçî wiha axivî: "Ji ber ku Amerîkayê mueyîde dan destpêkirin destketiyên Îranê yên ji vê peymanê hema bibêje qet neman. Peymana nukleer peymaneke navneteweyî ye li gor biryara ku hejmara wê 2231 e li Konseya Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî ji hêla aliyan va hatiye pesendkirin. Parastina peymana nukleer wezîfeya civaka navnetweyî ye. Heke Îran ji peymanê tiştekî qezenc neke ewê ji holê rabe."