Amerîkayê 3 kompaniyên Tirkiyê xistin lîsteya mueyîdeyan
PeyamaKurd – Amerîkayê bi sedema ku piştgiriyê didin rêxistina terorê ya DAIŞê, biryar da ku 3 kompaniyên Tirkiyê bixe lîsteya mueyîdeyan. Amerîka heman biryar ji bo hinek kes û kompaniyên Sûriyê Afganîstanê jî wergirt.
Li gorî nûçeyên medya amerîkî, Amerîkayê kompaniya dovîzan Sahloul, kompaniya transferkirina pereyan El-Sultan û kompaniya îtxalat û îxracatê ACLê û welatiyên Tirkiyê yên bi navê Ismail Beyaltun û Ahmet Beyaltun xist lîseteya kesên ku li dijî wan mueyîdeya hatine sepandin.
Li gorî wê yekê kesên ku dikevin lîsteya mueyîdeyan, amerîkî nikarin bi van kesan re danûstendinan bikin û herwiha mal û milkên wan ên amerîkî tene cemidandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin