Amerîka: Yan agirbest yan şerekî mezin

21 tîrmeh 2026 15:11

Hat ragihandin ku eger agirbestek ku dê Tengava Hurmuzê ji nû ve veke pêk neyê, Amerîka li dijî Îranê şerekî mezin dê bide destpêkirin.

Amerîka: Yan agirbest yan şerekî mezin

RûpelNews - Di şerê di navbera Amerîka û Îranê de di medyaya Amerîkayê de nûçeyekê hat belavkirin.

Li gorî raporeke Axiosê, li ber Washington du plan heye yan dê agirbesteke demkî ya 10 rojî ku armanca wê ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê ji bo çûnûhatinê ye bi Tharanê bide qebûlkirin, an jî dê operasyoneke mezin a leşkerî li dijî  artêşa Îranê bide destpêkirin.

Li Kendavê plana agirbesteke 10 rojî

Hat diyar kirin ku navbeynkarên herêmî yên bi pêşengiya Qeter, Misir û Pakistanê hewl didin ji bo rawestandina krîza ku kûr dibe planeke ji bo agirbesteke demkî ya 10-rojî pêşkêşî hikûmetên li Washington û Tehranê kirin.

Hat ragihandin ku rêveberiya Trump pêşniyarê dinirxîne û bang li Îsraîlê kir ku xwe ji hewlên dîplomasiyê dûr nexe.

Amerîka û Îsraîl di amadebaşiyê de ne

Ji aliyê din ve Qesra Spî li dijî ihtîmala têkçûna danûstandinan hêzên xwe yên leşkerî ji bo şerekî mezin amade dike.

Digel ku artêşa Amerîkayê di rojên dawî de bi dehan balafirên şer li herêmê bi cih kirin artêşa Îsraîlê jî ketiye liv û tevgereke mezin a leşkerî û amadekariya xew bo şerekî mezin temam kir.