Amerîka: Wê di demeke nêz de Swêd û Fînlandiya bi fermî bibin endamên NATOyê
09 berfanbar 2022 14:05
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi daxuyaniyekê diyar kir, wê di demeke nêz de Swêd û Fînlandiya bi fermî bibin endamên NATOyê.
Antony Blinken di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, tenê Tirkiye û Hungarya mane, da ku îmze li ser protokola endambûna Swêd û Fînlandiyayê li NATOyê bikin.
Blinken eşkere kir: “Tu carî proseya endamtiya welatek li NATOyê ji vê bileztir nebûye, 28 welat protokola tevlîbûna van du welatan pesend kirine û em kar li ser Hungarya û Tirkiye jî dikin.”
Herwiha ragihand: “Ez piştrast im ku di demeke nêz de em dikarin her du welatan wek hevpeymanên xwe yên fermî namzed bikin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Swêd û Fînlandiya bi fermî serlêdana endamtiya NATOyê dikin
26 nsn 2022
Cîhan
Amerîka | Li Nashville Newroz wek cejneke fermî hat pejirandin
21 adr 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin