Amerîka û Rûsya daxwaza civîna lezgîn a Neteweyên Yekbûyî li ser Sûriyê dikin!

10 adar 2025 13:39
Amerîka û Rûsya daxwaza civîna lezgîn a Neteweyên Yekbûyî li ser Sûriyê dikin!

PeyamaKurd – Amerîka û Rûsyayê ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê banga civîneke awarte li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

Çavkaniyên dîplomatîk diyar kirin ku tê payîn civîn sibe li pişt deriyên girtî bê lidarxistin. Tê payîn ku di civînê de ji bo rawestandina pevçûnan çareserî bên nîqaşkirin.

Di şer û pevçûnên ku ji 6ê Adarê ve di navbera hêzên ewlekarî û pêkhateyên ser bi serokê hilweşiyayî Beşar Esed de li Sûriyê berdewam in, 745 sivîl û 125 hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest dane û 148 endamên Esed jî hatine bêbandorkirin.