Amerîka û Îsraîl ketin nav endîseyan

25 îlon 2018 09:11
Amerîka û Îsraîl ketin nav endîseyan

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû bi rêya telefonê bi serokê Rûsya Vladimir Putin re axifî û li ser mijara bicîhkirina sîstema S-300 fuzeyên ku li Sûriyê bên bicîhkirin, weha got: “Sîlihên pêşkeftî eger di herêmê de bikevin destê kesên bê serûber, wê di herêmê de talûkeyê zêdetir bike.”

Her çendîn Îsraîl berevaniya xwe dike û sûcê ketina balafira Rûsyayê bi belgeyan ji aliyê xwe derdixe jî Rûsya dibêje ku belgeyên ku Îsraîl daye wan, ne rastin û ji ketina balafirê Îsraîlê berpirs qebûl dikin. Lê Netenyahû û Putin di wê baweriyê de ne ku divê hevkariya navbera her dû artêşan dewam bike.

Li aliyê dinê Amerîka jî di mijara S-300an de nerazîbûna xwe diyar kir û got ku wê ev bibe xetayeka mezin û hem wê di herêmê de germahiya dijberiyan bêhtir zêde bike.

Şîretkarê Amerîka yê netewî ragihand ku divê Rûsya vê biryarê ji nû de, di ber çav de derbas bibe û wê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser vê mijarê, di civîna Neteweyên Hevgirtî de, bi hemkarê xwe yê Rûsya bi Sergey Lavrov re biaxife.