Amerîka tenê ji qewetê fêm dike

26 adar 2018 20:38
 Amerîka tenê ji qewetê fêm dike

PeyamaKurd - Balyozê Rûsyayê li Washîngtonê Anatolî Antonov, piştî pêngava 14 welatên Ewropa û Amerîkayê ragihand ku Amerîkayê minasebetên heyî serûbino kir û got: “Amerîka tenê ji qewetê fêm dike.”  

Qeyrana di navbera Rûsya û Ingîltereyê de rû dabû gelek welatên dî tevlî bûn. Li bajarê Salisburya Ingîltereyê bi jehrîkirina sîxûrê berê yê Rûsî qeyrana ku dest pê ki li temamê Ewropayê belav dibe.  
Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar dabû ku 60 dîplomatên Rûs bi tawanê sîxuriyê bên dersînorkirin û Konsolosxaneya Rûsyayê li Seattleê bê girtin.

Herwiha Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê  Donald Tûsk ragihand ku, "14 welatên Yekîtiya Ewropayê biryara dersînorkirina dîplomatên Rûs da."
Piştî krîza kuştina sîxurê dualî di navbera Brîtanya û Rûsyayê de, piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê û Ûkraynayê jî biryar dan ku dîplomatên Rûs dersînor bikin.
Piştî ku Almanyayê ragihand ew 4 dîplomatên Rûs dersînor dikin, Polonya û Fransayê jî diyar kirin ku 4, Çekyayê jî destnîşan kir ku 3 û Ûkraynayê jî ragihand ku 13 dîplomatên Rûs dersînor dikin.

Rûsya di navbera çend rojan de wê bersiv bide
Ajansa Reutersê agahiya ku dispêre rêvebirekî li Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de diyar dike ku, Rûsya wê di navbera çend rojan de bersiva van 16 welatan bide.