Amerîka: Sûriyeya Esed bûye navenda kaptagonê ya herî mezin li cîhanê
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, ragihand ku Sûrîye di bin desthilata Beşar Esed de bûye hilberîner û hinardekara sereke yê Kaptagonê li cîhanê.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Şamê daxuyaniya Miller li hesabê xwe yê Xê belav kir ku tê de hatiye gotin: “Dahatên neqanûnî ji van çalakiyan, dibin sedema berdewamiya zordariya rejîmê li Sûriyeyê û têkdana aramî û ewlehiyê li herêmê.”
Amerîkayê ev daxuyanî di Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Bikaranîna Madeyên Hişber û Bazirganiya Neyasayî de belav kir. Li gorî raporên Amerîkî û Brîtanî, deverên di bin destê Esed de, di rêza yekem a berhemanîn û qaçaxiya Kaptagonê de ne.
Raporên Brîtanî û Amerîkî zêdetirî carekê ye piştrast dikin ku rejîma Beşar Esed bi milyaran dolaran ji berhemanîn û bazirganiya Kaptagonê qezencê dike û Kaptagon bûye jêdera sereke yê aboriya rejîma Esed.
Artêşa Urdinê jî îro 26ê Hezîranê daye xuyakirin, wan hewleke derbaskirina rêjeyeke mezin ya madeyên hişber bi rêyên qaçax ji xaka Sûriyeyê bo Urdinê têk biriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin