Amerîka sîlihan difrose Polonya û Fas ê
PeyamaKurd- Wezareta karê derve ya Amerîkayê bo kongreya Amerîkayê ragihand ku wan firotina sîlihan bo Fasê bi bihayê 1,25 mîlyar dolarî û bo Polonyayê bi bihayê 655 mîlyon dolarî firotiye.
Li gor ragihandina ajansa Amerîkayê ya bergiriyê û hevkariyê, wezareta karên derve bo nûkirina tankên artêşa Fasê ku di edwavtera wan de bi navê tanken “Abram” derbas dibe, bo Fasê bi bihayê 1,25 mîlyar dolarî îzna firotina sîlihên leşkerî daye.
Bo Polonyayê jî îzna ku daye bo sîstema roketan ya 20 HMARS a ye û bi bihayê 655 mîlyon dolariye. Polonya îsal bi temamî bi 10,5 mîlyar dolarî ji Amerîkayê sîlihan kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin