Amerîka sîlih firot Îsweç û Kuweytê
Wezareta karê derve ya Amerîkayê firotina sîlihan bi bihayê 3 mîlyar û 200 mîlyon dolarî bo dewleta Îsweçê tesdîq kir. Bo Kuweytê jî 259 mîlyon dolar.
Ragihandin bi nivîskî ji aliyêAjansa Ewlekariya Parastin û Hevkariyê hat kirin. Piştî pejirandina wezareta karê derve mijar tê kongresa Amerîka û eger kongre qebûl bike, firotin tê tesdîq kirin.
Di nava sîlihên ku firotine Îsweçê; avakirina 4 heb patriotan, 3 unîteyên destpêkê, 4 heb AN/MPQ-65 setên radaran, 4 heb AN/MSK-132 îstasyonên kontrola nîşanê,12 heb M903 îstasyonên destpêkê, 9 grûbên dîrekên antênan, 100 heb Patriot MIM-104E fuzeyên bi rêber yên pêşkeftî, 200 heb segmentên fuzeyê yên pêşkeftî û hinek alavên din yên teknîkî hene.
Sîlihên ku firotine Kuweytê; 4 heb balafirên (ISR) bi motorên PT6A-67A King Air 350ER bo îstîxbaratê, çavdêriyê û keşfê hene. Wekî din jî di nava sîlihan de gelek alavên îstîxbaratî û çavdêriyê hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin