Amerîka Polonyayê jî xiste lîsteya VWP yê

04 cotmeh 2019 23:00
Amerîka Polonyayê jî xiste lîsteya VWP yê

PeyamaKurd- Amerîka welatê Polonyayê xiste lîsteya VWP yê û ji niha û pê de wê welatiyên Polonyayê bo 3 mehan bê vîze karibin li Amerîkayê bimînin.  Serokê Amerîkayê mijarê ji baxçê Koşka Sipî di dema peyaman dida ragihand.

Trump ragihand ku demeke di navbera wezareta karên derve yê Amerîka û rêvebirên Polonyayê de hevdîtin têdihatin kirin û niha hevdîtin temam bûne û pêvajo bi awayeka fermî destpêkiriye.

Polonya bû dewleta 39emîn ku hemwelatiyên wê bê vîze dikarin herin Amerîkayê.