Amerîka: ‘Planên Ûkrayniyan ên bo îhtimala kustina Zelensky hene’

07 adar 2022 01:40
Amerîka: ‘Planên Ûkrayniyan ên bo îhtimala kustina Zelensky hene’

PeyamaKurd Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di hevpeyvîna ligel kanala CBS a Amerîkî de, bersiv da pirsa ‘Heger Zelensky bê kuştin, wê çi bibe? Planeke acîl a Amerîka piştevaniya wê rêveberiya Ûkraynayê bike heye gelo?’.

Blînken got ku plana Ûkrayna ya dewama rêveberiyê heye û wiha pê de çû:

"Ez niha nakevim hurgiliyan, lê dikarim bibêjim ku planên ûkrayniyan ji bo vê hene. Tenê dikarim vê bibêjim ku em dixwazin rêveberiya niha bi awayekî dewam bike.”