Amerîka: Kustina Jîna Emînî nayê efûkirin

17 îlon 2022 15:37
Amerîka: Kustina Jîna Emînî nayê efûkirin

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden, Jake Sullivan bi peyamekê li ser kuştina Jîna Emînî bi îşkenceya polîsên Îranê nîgeraniya xwe anî ziman û da zanîn, ew ê berpirsyariya van binpêkirinên mafên mirova her ji rayedarên Îranê bizanibin.

Jake Sullivan li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em ji ber mirina Mehsa Emînî ya 22 salî ku li girtîgehê ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve rastî lêdanê hat, gelekî nîgeran in. Kuştina wê nayê efûkirin. Em ê berpirsyariya van binpêkirinên mafên mirova her ji rayedarên Îranê bizanibin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Jîna Emînî êvara Sêşemê 13ê Îlona 2022an li Metroya Heqanî ya Tehranê bi tohmeta xwenepêçanê hat desteserkirin û pişt re ji bo navenda polîsan a li Cadeya Wezîran hat veguhestin. Jîna an jî Mehsa Emînî piştî nîvroya Înê li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê canê xwe ji dest da.

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Îranê Robert Malley jî bi peyameke li ser twitterê eşkere kir, mirina Jîna Emînî bi sedema lêdanê dilêş e. Ew hevxemê malbata wê ne. Desthilata Îranê divê dawiyê li tundûtûjiya dijî jinan bîne ku tenê mafê xwe yê bingehîn dixwazin. Kesên ku di candana Jînayê de berpirsyar in, divê bersivê bidin.