Amerîka navê 8 dewletan da
PeyamaKurd- Amerîka dorpêçê danî ser 50 bankayên Îranê û di ser 700 kesên Îranî. Amerîka bo kirîna petrolê Tirkiyê di derveyê lîsteyê de hişt. Ji 8 dewletan re heya 6 mehan wext da.
Ragihandina nûçeyê ji aliyê wezîrê karên derve ji aliyê Mike Pompeo û wezîrê xezînê Steve Mnuchin ve hat kirin. Pompeo got ku wê bo 8 dewletan bo demekê muhafiyetê deynin.
Çîn, Hindistan, Îtalya, Yûnanistan, Japonya, Koreya başûr, Taywan û Tirkiye ne di nava lîstê de ne. Pompeo got ku her yek ji van dewletan di demên dawiyê de bi Îranê re bazirganiya xwe kêm kirine hetta du welat ji wan bi Îranê re bazirganiya xwe qedandine.
Pompeo daxwaz kir ku Îran car din bi wan re rûnê peymaneka nû çêbike. Niha hilberîna petrola Îranê daketiye dora 1 mîlyon varêlan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin