Amerîka, Lubnan û Îsraîl li hev kirin

26 hezîran 2026 22:21

Amerîka, Lubnan û Îsraîl ev her sê welat ji bo aştiyeke mayînde li hev kirin û ji bo vê yekê li Washingtonê bi beşdariya berpirsên her sê aliyan îmze hatin avêtin.

Amerîka, Lubnan û Îsraîl li hev kirin

RûpelNews - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Îsraîl û Lubnan piştî hevdîtinên bi navbeynkariya Washingtonê gihîştine peymaneke çarçoveyî ya ku armanca wê bidestxistina "aştiyeke mayînde û ewlehiyê" ye.

Rubio diyar kir ku di peymanê de gavên ber bi cîbicîkirina agirbestê di navbera her du welatan de hene.

Hat ragihandin ku agirbesta navborî bi şertê ku Hîzbulah bi temamî pabendî agirbestê bibe û hemû hêzên xwe ji herêma başûrê Çemê Lîtanî li başûrê Lubnanê vekişîne, girêdayî ye. 

Di daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê de hat ragihandin ku aliyan di bin rêberiya Amerîkayê de, li hev kirine ku 'herêmên pîlot' ava bikin.

Hat diyarkirin ku li van herêman, Hêzên Çekdar ên Lubnanê dê tevahiya kontrola herêmê bigirin destê xwe û hemû aktorên ne-dewletî dê bên dûrxistin.