Amerîka li dij ticareta Îranê rêxistinên malî hisyar kir
PeyamaKurd - Wezareta Xezîne ya Amerîkayê di çarçoveya mueyîdeyên li ser Îranê de tewsiyenameyeke 19 rûpelî li dij ticareta bi Îranê re weşand.
Daîra Çavdêriya ser Sûçên Fînansî ku teşkîlateke pêvegirêdayî li Wezareta Xezîne ya Amerîkayê ye bi weşandina daxuyaniyekê diyar kiriye ku ev tewsiyename ji bo alîkariya rêxistinên fînansî ye da ku danûstandinên ticarî yên ku dibin sedem ew bikevin ber zextan bi cih neynin.
Vê rêxistina Amerîkî herwiha diyar kiriye ku ev tewsiyenama ji bo vê yekê ye daku rêxistinên malî û fînansî yên biyanî ku pêwendiya xwe bi rêxistinên fînansî yên Amerîkî hene, pêsparteyên xwe derheq Amerîkayê bi başî bi cih bînin û nekevin ber mueyîdan.
Wezareta Xezîne ya Amerîkayê herwiha bal dikişîne, ku hewldanên Îranê ji bo pergal û sîstema fînansî ya navneteweyî talûkeyên wek diravşoştinê û dabînkirina fînansî ya terorîzmê çê dike ku hedefeke vê tewsiyenamê jinavbirina van talûkeyan e.
Amerîka piştî derketina ji Peymana Navokî li 8 Gulanê hewldanên zav ji bo çêkirina zext û zorê bo Îranê dan despêkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin