Amerîka ji bo Korona 10 milyon dolar dide Iraqê

20 hezîran 2020 19:48
Amerîka ji bo Korona 10 milyon dolar dide Iraqê

PeyamaKurd - Iraq yek ji welatên ku Korona tê da belav bûye ye. Di 11ê vê mehê guftûgoya stratejî ya di navbera Washington û Bexdayê birêve çû de, mijara sereke, piştgiriya Amerîka ya ji bo bi taybetî rûbirûbûna virusa Korona ya li Iraqê bû. Balyozxaneya Amerîka di derbarê alîkariyê de biryara 10 milyon dolar alîkariyê ya bo Iraqê ragihand.

Li gor daxuyaniya Balyozxaneya Amerîka, li rêya Ajansa Pêşxistina Navdewletî 10 milyon dolarên din ji bo Iraqê terxan kiriye, eve jî ji bo rûbirûbûna virusa Korona û piştgirîkirina programa pêşxistinê ya ser bi Neteweyên Yekgirtî “UNDP” pêktê.