WHO: Ji bo bidawîkirina pandemiya koronayê pêwîstî bi 23 milyar dolaran heye
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo ku di nava sala 2022yan de pandemiya Covid-19 were bidawîkirin, banga alîkariya darayî li welatan kir.
WHOyê ragihandiye; ji bo 600 milyon doz derziyên koronayê ku heta nîvê salê ji sedî 70yê welatiyên cîhanê bên derzîkirin, ji bo 700 milyon testên li welatên pêwîstiya wan heye bêne kirin û ji bo pêdawîstiyên din ên tenduristiyê pêdivî bi alîkariya bi qasî 23 milyar dolaran heye.
WHOyê destnîşan kiriye ku heger bi awayê rewşa lezgîn ew alîkarî ji bo dabeşkirina welatan bigihin destê WHOyê dê heta nîvê sala 2022yan dawî li pandemiya vîrusa koronayê û cûreya Omicronê bê anîn.
Berpirsê WHOyê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus jî bal kişand ser dabînkirina dermanên Covid-19 yên bo cûreya Omicronê û dubare daxwaza alîkariyê li hemû welatên pêşketî kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin