Amerîka: Heta armancên me pêk neyên erkê me bi dawî nayê

02 adar 2026 15:04

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth û Serokê Erkanê Giştî yê Hêzên Hevbeş, çarçoveya stratejiya Amerîkayê di şerê li dijî Îranê de xêz kirin. Wan tekez kir ku erkê wan bi dawî nabe heta ku hemû armancên Amerîkayê pêk neyên, ku di serî de bêçekkirina Tehranê ji şiyanên atonomî û mûşekî.

Amerîka: Heta armancên me pêk neyên erkê me bi dawî nayê

RûpelNews - Di konferanseke rojnamevaniyê de Pete Hegseth destnîşan kir ku hêzên Amerîkî "derbên deqîq û cerahî" li rehên pergala leşkerî ya Îranê xistine. Hegseth, Tehranê wekî berpirsiyara vî şerî dît û got: "Washingtonê ev şer neda destpêkirin. Me ji bo gihîştina rêyeke dîplomatîk hewleke mezin da, lê Tehranê danûstandin tenê wekî amûrekê ji bo qezenckirina demê bi kar anî."

Wezîrê Amerîkî tekez kir ku Washingtonê "xeteke sor" a dawî daniye, ku ew jî nehiştina bidestxistina çekên atomî ji aliyê Îranê ve ye di bin her şertekî de. Wî diyar kir ku êrîşên niha bi giranî li ser têkbirina cebilxaneya mûşekî û hêza deryayî ya Îranê ne. Hegseth daxuyaniyên xwe bi peyameke siyasî ya tund bi dawî kir: "Em ê vî şerî bi Îranê re bi dawî bikin, lê li gorî mercên Amerîkayê."

"Êrîşên tund" û şerê sîberî

Ji aliyê xwe ve Serokerkanê Giştî yê Hêzên Hevbeş hûrguliyên meydanî û teknîkî yên operasyonan eşkere kirin. Wî diyar kir ku di pêleke êrîşê de zêdetirî 100 balafirên şer beşdar bûn û mûşekên xwe di heman demê de avêtin.

Her wiha wî tekez kir ku êrîşên asîmanî bi "operasyonên sîberî yên êrîşker" re hatin meşandin. Van êrîşan torên ragihandinê yên Îranê bi temamî seqet kirin, ku ev bû sedem ku rêjîm nekaribe kordînasyonê bike û bersivê bide.

Wî ragihand ku herikîna hêzên Amerîkî ber bi herêmê ve berdewam e ji bo xurtkirina şiyanên êrîş û parastinê. Her wiha hişyarî da ku hilweşandina "banka hedefên stratejîk" li Îranê dê "demê bixwaze".