Amerîka di şerê li dijî Îranê de 25 milyar dolar xerc kir
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku di şerê li dijî Îranê de heta niha 25 milyar dolar pere hat xerckirin.
|
Türkçe
RûpelNews - Pentagonê der barê lêçûna leşkerî ya şerê li dijî Îranê de daxuyaniyekê da.
Li gorî texmînên fermî yên ku ji aliyê berpirsê Pentagonê Jules Hurst ve hatin ragihandin, lêçûna şerê li dijî Îranê heta îro gihîştiye 25 milyar dolarî.
Jules Hurst diyar kir piraniya vê xerciyê ji bo cebilxaneyê bû. Lêbelê, Hurst zelal nekir ka lêçûnên tamîrkirin û ji nû ve avakirina binesaziya baregehên li Rojhilata Navîn ên ku di dema şer de zirar dîtibûn, di nav 25 milyar dolarî de ye an na.
Mesrefa 25 milyar dolarî, bi qasî tevahiya butçeya NASAyê ya îsal e.
