Amerîka | Dadgehkirina terorîstê DAISê yê serjêkerê rehîneyan dest pê dike

30 adar 2022 15:01
Amerîka | Dadgehkirina terorîstê DAISê yê serjêkerê rehîneyan dest pê dike

PeyamaKurd - Li Amerîkayê dadgehkirina çekdarekî DAIŞê yê ji koma "Beatles" a li Iraq û Sûriyê serê rehîneyên Amerîkî jê kirine dest pê dike. 

Hat ragihandin ku kesê bi navê El-Şafîî El-Şêx (33 salî) li pêşberî dadgeheke federal li bajarê Alexandria ya Virginia ku li nêzî Washington e, bi tawana kuştina rehîneyan tê dadgehkirin.

Hatiye diyarkirin, El-Şêx welatiyekî Brîtanî ye û beriya niha cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Lê belê dozgerên Amerîkî ji rayedarên Brîtanya re gotine, ew naxwazin cezayê darvekirinê li ser El-Şêx û hevalê wî Alexandra Koti de pêk bînin.

El-Şêx endamê şaneya 4 kesî ya DAIŞê ye ku dîmenê kuştina du rojnamevanên amerîkî James Foley û Stephen Sotloff û du xebatkarên belavkirina alîkariyên mirovî Kayla Mueller û Peter Kassig li ser medya civakî belav kiriye ye.

Artêşa Amerîkayê her du endamên şaneya 4 kesî El-Şêx û Alexandra Koti li Iraqê desteser kirine û ji bo dadgehkirinê jî ew şandine Amerîkayê.

Alexandra Koti di Îlona 2021an de kuştina Jemess Foley, Sotloff, Mueller û Kassig itîraf kiriye ku tê çaverêkirin di meha Gulanê de were dadgehkirin.