Amerîka car din desteka xwe ji bo Herêma Kurdistanê ragihand

16 adar 2024 20:01
Amerîka car din desteka xwe ji bo Herêma Kurdistanê ragihand

PeyamaKurd – Konsulxaneya Amerîkayê ya Erbîlê di salvegera 36em komkujiya Helebçe de peyamekî belav kir û di peyamê de desteka Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê car din ragihand.

Konsulxana Amerîkayê ragihandina xwe di ser hesabê medya civakî Xê de kir û ragihand ku di komkujiya Helebçê de 5 hezar Kurd mirine û 10 hezar Kurd jî birîndar bûne û peyam weha dewam dike:

“Lewra Amerîka desteka xwe ya ji bo xelkê Kurdistanê ji bo bigihê dahatûyekî aştiyane, demokratik û refahê radigihîne.”

Serokê berê yê Iraqê Saddam Huseyîn bi rêvebirên Iraqê re di 16ê Adara 1988an de bi balafiran çekên kîmyewî avêtibû ser Helebçe û di encamê de 5 hesar Kurd kuştibû û ew çend jî birîndar kiribû.