Amerîka: Berî dewriyeya Tirkiyê YPGê bi dilxwazî vekisiya
PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Fermandarê Amerîkî Myles Caggins derbarê dewriyeya îro 8ê îlonê ku bi Tirkiyê re hatiye gerandin daxuyanî dan.
Caggins got ku HSD-YPGê beriya destpêkirina dewriyeyê bi dilxwazî terka wê herêmê daye û da zanîn: "Îro di çarçoveya mekanîzmeya ewlekarîyê ya navbera leşkerên Tirk û Amerîkî de, li bakurê rojhilatê Sûriyê dewriyeya hevbeş hatiye gerandin. Hevpeymanên me pêkhateyên YPGê mewziyên xwe bi dilxwazî terikandin û rakirina wan mewziyan jî hevpeymanan ji destê yekemîn şahidiya wê kirin.”
Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin, "Erka dewriyeyê ya îro nîşaneya bersiva soza me ya bo metirsiyên rewa yên ewlekariya Tirkiyê ye.”
Caggins, herwiha destnîşan kir ku dê di vê pêvajoyê de hevpeymanî û HSD bala xwe bide ser bi temamî jiholê rakirina DAIŞê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin