Amerîka arsîva tevkujiya enfalê ya rejîma Beasê radestî Iraqê dike

15 cotmeh 2020 21:14
Amerîka arsîva tevkujiya enfalê ya rejîma Beasê radestî Iraqê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji 5 arşîvên ku Amerîka dixwaze bide hikûmeta Iraqê de, yek ji wan li ser pêvajoya jenosîda enfalê ya rejîma Beas e.

Sekreterê Wezareta Çandê ya Iraqê Newfel Ebû Raxif gotiye, Amerîka dixwaze 5 arşîvên girîng bide Iraqê ku di wan de proseyên rejîma Beasê yên girtîgehên binerd û veşarî, ewlekarî, îstixbarat û enfal jî heye.

Ebû Raxif daye zanîn ku hêvî xwest ku hevkariya Bexda û Washingtonê ya derbarê çand, zanist û berhemên dîrokî di bipêş bikeve û da zanîn ku rewşa heyî ya siyasî û krîzan li pêş çavan tê girtin.

Her çiqas derbarê radestkirina arşîvan de ti agahiyek nehat dayîn jî tê zanîn ku di meha Tebaxa borî de Amerîkayê 48 ton arşîvên heyama Sedam Huseyîn radestî Iraqê kiribûn.