Amerîka alîkariya herî zêde dide Îsraîlê

02 cotmeh 2018 17:57
Amerîka alîkariya herî zêde dide Îsraîlê

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihan ku di dema Borack Obama de hatibû îmzekirin ku wê 38 mîlyar dolar alîkarî bidin Îsraîlê. Wezaret ragihand ku wê dayîna alîkariyê îsal destpêbike û di nava 10 salan de, dê bê dayîn.

Peyman di sala 2016an de hatibû îmzekirin. Berdevka wezaretê Heather Nauert bi awayeka nivîskî ragihand ku wê alîkarî ji aliyê serok Trump de jî bê dewam kirin û pesnê peymanê da. Nauert di ragihandina xwe de weha got:

“Li gor zepta lihevkirinê, Amerîka di 10 salên pêşiya me de, bo zeximkirina têkiliyên me û qewîkirina ewlekariya Îsraîlê, di çarçoveya alîkariya leşkerî de, her sal 3,3 mîlyar dolar û bo bernameyên kooperatîv jî 500 mîlyon dolar dê alîkarî bike. Îsraîl di herêmê de bi taybetî dikeve ber êrîşên Îranê û distekî me yê bi qedir û bi şiyane.”