Amerîka, 4 baregehên nû li wî welatî bi cih dike!
PeyamaKurd- Pentagonê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ê leşkerên xwe li 4 baregehên din ên li Fîlîpînê bi cih bike.
Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Amerîkaya ku beriya niha 82 milyon dolar ji bo bihêzkirina binesaziya parastinê ya Fîlîpînan veqetandibû, 4 baregehên xwe yên din jî li herêmê zêde dike.
Li gorî daxuyaniyê, baregeh dê li Camilo Osias, Kampa Melchor Dela Cruz, Girava Balabac û Balafirgeha Lal-lo jî di çarçoveya Peymana Hevkariya Berevaniya Pêşkeftî de cih bigirin.
Hat destnîşankirin ku ji bilî 5 baregehên ku berê di vê çarçoveyê de bûn, dê leşkerên Amerîkayê li van 4 baregehan bên bicihkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li herêma Hind-Pasîfîkê di nav wan de ewlehî, alîkariya mirovî û karesatên xwezayî dê hevkarî hebe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin